Berdevkê qebîleya Igêdat, Silêman El-Kesar di êrişeke ser mala wî de jiyana xwe ji dest da û kurê wî birîndar bû.
Kuştin û êrişa ser kesayetên welatparêz û naskirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku red dikin bibin amûrek di destê dewleta Tirk û çeteyên wê de, zêde dibin.
Piştî şkandina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aliyên istixbaratî hewl didin destkeftiyên gelê herêmê bi bi kuştina kesayetên tên naskirin û welatparêz li herêmê, têk bibin. Çeteyên girêdayî istixbarata dewleta Tirk 30`ê Tîrmeha 2013`an rêveberê PYD`ê Îsa Hiso li bajarê Qamişlo kuştin. Herwiha 14`ê Adara 2018`an berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sîvîl ya Reqa Umer Elûş di mala xwe ya li Girê Spî de het kuştin.
Îro jî çeteyan serokê Komîteya Eşîra El-Begêr a meclisa qebîleya Igêdat û berdevkê qebîleyê li Dêrazorê, Silêman El-Kesar ku bi navê Ebû Nayîm tê naskirin, di mala wî ya li gundê El-Kesar ê navçeya Bisêra ya Dêrazorê de kuşt.
Ebû Nayîm rakirin nexweşxaneyek li herêmê lê jiyana xwe ji dest da.
Ebû Nayîm bi welatparêziya xwe dihat naskirin. Di gelek peyamên xwe yênn çapemeniyê de destwerdana derve, bi taybet a dewleta Tirk ji Sûriyê re, red dikir.
Kiryarên bi vî awayî li herêmê berê jî çêbûn. Wekî qetilkirina endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hezîfe Ehmed li Dêrazorê û şêxê eşîra El-Efdale li Reqayê.





