Ji ber agirbesta Tevgera Talîban rojên Cejna Qurbanê ragihandî, Serokê Efxanistanê Eşref Xenî biryar da ku 500 girtiyên Tevgera Talîban werin berdan.
Di axaftineke televizyonê de, Xenî diyar kir ku ji 5 hezar girtiyan heta niha 4 hezar û 600 kes hatine berdan û li gorî peymana di navbera DYA û Talîban de, wê girtî tev werin berdan.
Lê Xenî bîr xist ku li gorî destûra welat ne erkê wî ye ku biryara berdana 400 kesên din yên girêdayî Talîban berde. Lewre destê wan di sûcên giran de heye.
Xenî diyar kir ku wê di demeke nêz de, bi meclisa şêxên qebîleyan re têkiliyê dayne, da derbarê wan kesan de biryarekê bidin.






