Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin ku wezîrê artêşa Îsraîlê Benny Gantz ji artêşê re gotiye eger Hizbullah êrişî Îsraîlê bike, binesaziya Lubnanê wêran bikin.
Rojnameya Israel Hume ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên payebilind, ragihand ku Gantz perispektîf dane artêşa Îsraîlê ku Hizbullah êrişeke li dijî Îsraîlê pêk bîne, binesaziya Lubnanê wêran bike.
Saziyên ewleyiyê yên Îsraîlê texmîn dikin ku Hizbullah êrişeke dijwar pêk bîne, li hemberî vê artêşa Îsraîlê li herêma sînor ya Lubnanê di amadekariyê de ye.






