Rojnameya Ronahî

Komkujiya Til Hasil û Til Eran, sedem û armancên wê

Çeteyên Cebhet El-Nusra û komên alîgirên wê 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an li bajarokê Til Hasil û navçeya Til Eran êriş û komkujî kirin. Di encamê de nêzî 50 sîvîlî hatin kuştin.

KURTEDÎROKA TIL HASIL Û TIL ERANÊ

Bajarokê Til Hasil ku şêniyên wê Kurd in, 17 km li başûr-rojhilatê Helebê li ser riya giştî Heleb-Sifêrê ye. Bajarokê piştî kargehên kebil û betariyan e û bi bajarê Til Eran ve ye. Herêma Sifêrê û bajarê Waha nêzî 8 km jê dûr e. Jimara şêniyên wê nêzî 15 hezarî ye. Kurdên misliman û êzîdî û eşîra Dendaya(Dena) lê dimînin. Xaka wê ji bo çandiniyê baş e.

Navçeya Til Eran (Girê Aran-Girê Arana) a Kurdî, li aliyê rojhilat-başûrê Helebê nêzî 20 km û bi bajarokê Til Hasil yê Kurdî ji aliyê bakurê rojhilat ve. Di nav re rêya giştî Heleb-Sifêrê-Waha derbas dibe, hejmara şêniyên wê zêdetirî 35 hezarî ye.

DI 2013’AN  DE LI TIL HASIL Û TIL ERAN ÇI QEWIMÎ?

Di destpêkA aloziya Sûriyê de, şêniyên bajarokê Til Hasil û Til Eranê hêzeke xwe ya taybet bi navê Cebhet Ekrad ava kirin. ErkÊ wê jî parastina welatiyan bû. Ev hêz heta bi Minbic, Tebqa û Reqa çû û bawerî da gel û meclisa sîvîl jî hat avakirin.

Komên çete 27, 28 û 29’ê Tîrmeha 2013’an êrişî Til Eran û Til Hasil kirin û komkujî li ser şêniyan kirin. Li ser sedem û armancên van êrişan Parêzer Elaedîn Xalid yê ji bajarokê Til Hasil ji ANHA re axivî.

Elaedîn Xalid wiha got: “Derbarê komkujiya Til Hasil û Til Eranê de amadekarî hebûn. Destpêka aloziya Sûriyê şêniyên Til Hasil û Til Eranê nehiştin komên bi navê “Artêşa Azad” derbasî Til Hasil û Til Eranê bibin. Bi insiyatîfa rûspiyan her du bajarokan komek ji ciwanan hat avakirin. Bi wê re jî aramî li herêmê çêbû û gelek koçberên ji bajarê Helebê berê xwe dan wir.”

Xalid axaftina xwe wiha domand: “Wê demê bi navê “Artêşa Azad” şerê rejîma Sûriyê dihat kirin. Piştî ku li Humisê têk çûn, paş de kişiyan. Di heman demê de 24’ê Hezîrana 2013’an, bi çavdêriya MÎT’a Tirk civînek di navbera komên çete yên bi serkêşiya serçeteyê bi navê Ebdulcebar El-Egêdî li bajarê Dîlokê (Gazîentabê) çêbû. Di civînê de komên çete tev hebûn û biryara qirkirina gelê Kurd dan.”

Xalid sedema êrişê wiha vegot: “Ditirsiyan ku Efrîn bi bajarê Kobanê ve were girêdana. Ji ber wê MÎT’a Tirk xwest gelê Kurd û wê hêzê têk bibe, bajarê Efrînê ji Kobanê qut bike. Ew jî bi hevkariya komên çete pêk hat.

LI SER ZIMANÊ ŞAHID Û BEŞDARÊ BERXWEDANA TIL HASIL BÛYERÊN KOMKUJIYÊ

Cûma Kalo, wê demê serokê Meclisa Sîvîl ya bajarokê Til Hasil û Til Eranê bû. Herwisa beşdarî berxwedanê bûye. Cûma Kalo derbarê bûyerên di nava 3 rojan de çêbyîn wiha dibêje: “Roja 27`ê Tîrmehê rewş normal bû. Me ti êriş li ser herêmê texmîn nedikirin. Destpêkê êrişî navenda Cebhet El-Ekrad ya li bajarokê Til Hasil kirin. Paşê bajarok dorpêç kirin. Di wan kêliyan de malbateke ji 5 kesan ji navçeya Til Eran ber bi navçeya Til Hasil ve diçû. Çeteyan gulebaran kirin û tev kuştin. Dema êrişî navenda Cebhet El-Ekrad kirin, hewl dan derdora bajarok bigirin. Şêniyên gund dest bi berxwedanê kirin. Ciwanan êrişa wan şkand. Erebeyên wan û alavên leşkerî desteser kirin. Çete derbasî mizgefta gund bûn. Dema nimêja berêvarê bû. Derfet nedan şêniyan ku nimêj bikin û nehiştin mele bag bide. Sekvanên xwe jî li ser mizgeftê danîn.”

Cûma Kalo vegotina bûyerê wiha domand: “Êrişa destpêkê nêzî 3 saetan dewam kir. Çeteyan saetên fitarê agirbest ragihandin. Ji aparloyên mizgeftan banga teslîmbûnê dikirin. Herwiha digotin mal, can û hevjînên we li me helal in. Şêniyên bajarok bihêrs bûn. Biryar dan ku heta dawiyê li ber xwe bidin. Piştî fitarê şer heta saet 02:00`an dewam kir. Me deriyên ketina bajarok yên sereke dorpêç kirin.

Çeteyan alîkarî ji çeteyên din xwest. Nêzî 10 hezar çeteyan êriş kir. Roja 28`ê Tîrmeha 2013`an şer giran bû. Ji bo parastina zarok û jinan me ji bajarok derxistin. Çekên li gel me yên sivik bûn.

29`ê Tîrmeha 2013`an piştî ku di şerê bajarokê Til Hasil de têk çûn berê xwe dan Til Eranê. Paşê me bihîst ku Til Eran dagîr kirine. Piştî nîvro navçe dorpêç kirin û berê xwe dan bajarokê Til Hasil. Tiştek li pêşiya me nema ji bilî vekişandinê. Lewre em ditirsiyan ku komkujiyan bikin. Em ji bajarok vekişiyan.

BERXWEDANA ŞÊNIYAN

Cûma Kalo bi van gotinan behsa berxwedana şêniyên Til Hasil û Til Eranê kir: “Di destpêka êrişan de çeteyan texmîn dikir ku wê di nava çend saetan de navçeyê bistînin. Dest bi girtina sîvîlan kirin. Li gorî agahiyan wê demê ku nêzî 400 kesî hatin girtin di nav de jin û zarok hebûn û 45 kes jî şehîd bûn.

Komkujiya bajarokê Til Hasil û Til Eran heta niha li bîra zarokên wan e. Nêzî 50 sîvîlî şehîd bûn. Hinek ji wan şehîdan ev in ;Ehmed Eto, Îbrahîm Şemo, Îbrahîm Kalo, Ehmed Eskîf, Cûma Dibyan Kalo, Hecî Adil Eto, Hesen Hec Mihemed, Hisên Îbrahîm, Abdullselam Beşar, Hemam Terbûş, Hemûd Ercûn, Xelîl Daşir, Rakan Eskîf, Ridwan Qasim Hemadî Kalo, Semîr Hewa, Arif Eto, Abdullrezaq Bişar, Ebdo Eskîf, Elî Eskîf, Mihemed Bîlal, Mihemed Hewa, Mihemed Mamat, Nûrî Ercûn û Yehiya Faris.