Rojnameya Ronahî

Xelatên pêşbirka Şehîd Viyan Amara hatin belavkirin

Yekîtiya Rewşenbîran ya Kobanê kesên di pêşbirga Şehîd Viyan Amara de bi ser ketîn, xelat kirin.

Pêşbirka Şehîd Viyan Amara 7`ê Hezîranê dest pê kiribû û roja Yekşemê bi şahiyekê xelatên wê hatin belavkirin.

Şahiya belavkirina xelatan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran ya Kobanê Leyla Ebdo axivî û şehîd Viyan Amara û rola wê ya di belavkirina zimanê Kurdî de bîr xist.

Pişt re parêzer Ferhad Baqir axivî û rola şehîd Viyan Amara ya di warê perwerdeyê de destnîşan kir. Di şahiyê de hunermend Stêrvan Bozan stiran gotin.

Paşê endamên rêveber yên Yekîtiya Rewşenbîran Leyla Ebdo, Selah Muslim, Şêrîn Şêxo û Hisên Mihemed diyarî li kesên bi ser ketîn belav kirin.

Navên kesên serkeftî wiha ne: Lîlav Îsa, Xalîsa, Hesen Mihemed Misto, Zîlan Hemo, Evîn Teyfûr, Izet Hebeş, Setam Ebdullah, Zozan Bozan, Fatme Baz, Necla Bozan û Nesrîn El-Elî.

Şehîd Viyan Amara ji avakerên saziya zimanê Kurdî ya li Kobanê ye. Piştî êrişên Cebhet El-Nusra û komên çeteyên din yên ser Kobanê sala 2013`an, Viyan tevlî Yekîneyên Parastina Jinê bû û li gundê Kendal yê li gundewarê Girê Spî 25`ê Tîrmehê  şehîd bû.