Rojnameya Ronahî

Dîroka mirovan a li Bakurê Emerîka du qatan pirtir kevin e

Li gotî keşfên nû yên ji aliyê arkeologan ve tên kirin, derket holê ku tê texmînkirin bicihbûna mirovên destpêkê yên li Bakurê Emerîka du qatan pirtir kevin e.

Li gorî lêkolîna Kovara Natûre, bermayiyên di Şikefta Chîqûîhûîte ya li bakurê Meksîka hatîn dîtin, hat ragihandin ku civakîbûna mirovan ya li wê deverê dîroka wê diçe 33 hezar salan berê û piştrast jî dike ku 20 hezar salan jî domiyaye.

Di nava bermayiyên di şikeftê de hatîn dîtin de, 1900 parçeyên ji kevirên hatî necirandin hatine dîtin.

Ji nivîskarên lêkolînê arkolog Cîprîan Ardelean got, “Lêkolîna me têkildarî hebûna mirovên herî kevin yên li Parzemîna Emerîka delîlên nû pêşkêş dike.” Parzemîna Emerîka wisa tê zanîn ku parzemîna herî dawî ye ku mirov lê bicih bûne.

Mînaka herî kevin ya li şikeftê hatî dîtin, dîroka wan digihe 33 hezar heta 31 hezar salan berê.

Her çendî li qadê hestiyên mirovan bên dîtin û mînakên DNA’yê bên dîtin jî, ev der ji aliyê mirovan ve ji aliyê koçberiyê ve wek cihekî sabit hatiye bikaranîn.

Li gorî lêkolînên anropolog û arkeologan dîroka mirovê destpêkê ya li Emerîka herî zêde 13 hezar sal berê tê nirxandin. Lê bi keşfa dawî dîroka mirovayiyê gihatibû 16 hezar salan berê.