Rojnameya Ronahî

Cemîlê Kor, vebêjê helbestên gerok

Helbestvan Apo Cemîl Îso (91) ji zimanê kurdî pir hes dike û tê de pispor e. Qermiçên li ser rûyê wî, çîroka têkoşîna wî vedibêjin. Bi dehan beytên helbesta kurdî ji ber kirine û li her derê dibêje. Heta ku navê ‘Vebêjê helbestên gerok’ lê hatiye kirin.

Apo Cemîl Îso (91) yê bi navê Cemîlê Kor tê naskirin, ji bajarê Qamişlo ye. Neçûye dibistanan û şivantî kiriye. Lê ji zimanê dayîka xwe zimanê kurdî pir hes dike. Ji ber wê heskirinê her tim bi helbestvanê Kurd Cegerxwîn, Mele Ehmed Balo û Mele Ehmed Namî re dimîne.

Di Pêşangeha 4an ya Pirtûkan ya Şehîd Herekol digeriya û bi dengê xwe yê xweş helbest digotin. Ji ber wê bala beşdarên pêşangehê kişand.

Li gorî nivîskar Ebdo Mexso, helbestvanê Kurd Cegerxwîn di helbesteke xwe de Cemîlê Kor bîr xistiye. Mexso diyar kir ku gelek caran ji hêla desthilatên hikumeta Sûriyê ve hat girtin. Lewre helbestên kurdî hem li kolanan hem li şahiyan digotin.

Çîroka Cemîlê Kor di ciwantiyê de dest pê dike, di wî demî de şivan e. Dema dibihîze ku Cegerxwîn li bajarê Qamişlo ye, dev ji pezê xwe berdide û diçe da bibîne.

Herwiha nivîskar û helbestvanê Kurd Mele Ehmed Nemî jî nas dike û derfeta fêrbûna zimanê Kurdî bi dest dixe. Cemîlê Kor di vî warî de wiha dibêje: “Helbestvan Mele Ehmed Nemî ez fêrî zimanê Kurdî kirim. Her roj 5 tîp didan min. Lênûskek û pênûsek diyarî min kirin. Min dersa xwe serê sibehan li ber pez dubare dikir.”

Cemîlê Kor baş fêrî tîpên kurdî dibe û helbestan ji ber dike. Apê Cemîl dibêje, bi gelek siyasetvanên Kurd yên salên 60 û 70`î yên mîna Nûredîn Zaza re rûniştiye.

Apê Cemîlê Kor di qada çandî û wêjeyî ya herêma Qamişlo de bi ‘Vebêjê helbestên gerok’ tê naskirin. Apê Cemîl vegotina helbestan ji xwe re erk dibîne û pê serfiraz e.