Rojnameya Ronahî

Pêşangeha 4an ya Pirtûkan ya Şehîd Herekol bi dawî bû

Piştî 5 rojên bênavber roja Înê Pêşangeha 4an ya Pirtûkan ya Şehîd Herkol qediya. Di roja dawî de şeş beşên tevlî pêşangehê bûyîn pirtûk bi diyarî belav kirin.

Pêşangeha 4an ya Pirtûkan ya Şehîd Herekol 20`ê Hezîranê dest pê kir. Gelek weşanxane, yekîtiyên nivîskaran, rewşenbîr û nivîsgeh si seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî pêşangehê bûn. Di wan 5 rojan de gelek pêkhateyên herêmên cuda Kurd, Ereb û Suryan serdana pêşangehê kirin.

Di roja dawî ya pêşangehê de wêneyên Heyva Sor ya Kurdî dema sîvîlan xilas dike, hatin pêşandan.

Gelek welatî, nivîskar û rewşenbîran serdana pêşangehê kirin. Şeş beşên tevlî pêşangehê bûyîn 53 hezar pirtûk bi diyarî dan.

Di merasima qedandina pêşangehê de endamê Komîteya Amadekar ya Pêşengeha Herekol Ebûd Mexso ji bo parastina beşdarên pêşangehê spasiya Hêzên Ewlekariyê û Komîteya Tenduristiyê kir.

Komîteya Amadekar wêneyê Şehîd Herekol radestî dayîka wî kir. Herwiha pirtûk li beşdarên pêşangehê belav kirin û ji bo çapkirina pirtûkên wan bêpere, navên sê nivîskaran (Salihê Heydo, Xidir El-Hemadî û Konê Reş) pêşniyar kirin. Komîteyê zaroka bi navê Rene Egîd ya çavdêriya beşa pirtûkên zarokan dikir xelat kir.

Dihat payîn ku pêşangeh 25`ê mehê biqede, lê piştî ku Desteya Tenduristiyê ragihand ku çend kes li bajarê Qamişlo û Hesekê bi koronavîrûsê ketine, Komîteya Amadekar ji bo parastina welatiyan, pêşengeh roja Înê bi dawî kir.