Rojnameya Ronahî

Helbestvanên Ereb: Pêşangeha Herekol cihê rengîniya çand û olan bû

Helbestvanên Ereb yên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol ya Çaran bûyîn, diyar kirin ku pêşangeh rengê çand û olên li herêmê nîşan dide.

Helbestvanên Ereb diyar kirin ku vekirina Pêşangeha Herekol hişt ku çand, ol û civakên cuda nas bikin.

Helbestvanê bi navê Ehmed Yûsiv yê ji bajarê Minbicê, cara sisiyan e beşdarî Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol dibe. Ehmed Yûsiv behsa atmosfera pêşangehê, hevrûkirina salên berê û îsal kir û got, “Min pêşketin di çalakiyên pêşangehê de dît, her sal pêşangeh bi rengehekî hunerî tê naskirin û nîşana vê di pêşketina tevgera çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.”

Yûsiv diyar kir ku bi hêvî ne ku zêdetir çalakiyên çandî li dar bikevin. Lewre rûyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re, asta şaristaniyê û pêşketina herêmê raber dike.

Helbestvan Mistefa Hac ji Tebqayê beşdarî pêşangehê bûye û wiha axivî: “Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqa ez vexwendim vê pêşangehê. Ev cara yekê ye ku bi dîwanekê ku ji 38 helbestên xezelî pêk tê, tevlî pêşangehê dibim.”

Mistefa Hac da zanîn ku pêşangeh bi awayekî giştî wêneyekî şaristaniyê diyar dike û di aliyê rêxistinî de jî baş bû.  Hac got, dema ez li pêşangehê digeriyam rastî hevgirtineke çandî hatim ku pirtûkên çandî, siyasî, dîrokî, olî û her wekî din hatim.

Hac bal kişand ser beşdarbûna pêkhateyên Ereb ji pêşangehê re û got pirtûkên bi zimanê erebî mase dagirtibûn, heta nivîskarên wan jî nayên naskirin.