Rojnameya Ronahî

Di bombebarana balafirên Tirkiyê ya ser Bamernê de welatiyekî sîvîl şehîd bû

Di êrişa balafirên dewleta Tirk ya dagîrker ya li gundê Hesenpîrkê ya bajarokê Bamernê de welatiyekî sîvîl şehîd bû.

Li gorî nûçeya Roj News’ê de hatî parvekirin, êvara Yekşemê balafirên dewleta Tirk ya dagîrker li gundê Hesenpîrkê yê bajarokê Bamernê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê 2 wesait bombebaran kirin.

Tê gotin di bombebaranê de welatiyekî sîvîl şehîd bûye. Hat zanîn ku navê wî Dilovan Şahîn Omer Keşanî ye û ji eşîra Gulî ye.