Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Riyad Giûd li Tirbespiyê hat veşartin

Şervanê Hêzên Erkê Xweparastinê Riyad Giûd ku li ser erkê xwe şehîd bûbû li goristana Şehîd Dilşêr ya li gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê hat veşartin.

Ji bo tedbîrên pêşîgirina li belavbûna Koronavîrûsê, merasima girseyî çênebû.

Endamê rêveber yê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm li goristanê ku axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, bi saya keda şehîdan, me teror şkand û herêmên xwe parastin.”

Îbrahîm soza şopandina riya şehîdan û têkoşîna avakirina civakeke azad û demokratîk da.

Pişt re nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Bi lilîliyên dayîkan û durişman cenazeyê şehîd spartin axê.