Rojnameya Ronahî

Yekîtiya Kedkaran: Divê kedkar xwe birêxistin bikin

Karkerên rojane kar dikin bi taybetî yên tevlî Yekîtiya Kedkaran nebûyîn, rewşa wan ya aborî giran e. Gelek caran bêkar dimînin û carna jê ji aliyê xwediyê kar ve tên bikaranîn. Li aliyekî din endama rêveber ya Yekîtiya Kedkaran bang li wan kir ku xwe di binê banê yekîtiyê de birêxistin bikin da mafên xwe misoger bikin.
Li bajarê Qamişlo gelek karkerên ku rojane kar dikin, hene û li benda kar dimînin.
Daketina lîreyê Sûriyê, bi awayekî neyînî bandor li aboriya Sûriyê kir. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji vê rewşê bibandor bûn. Gelek karkerên ku rojane kar dikin bêkar mane. Nikarin her roj kar peyda bikin. Li rex wê jî destheqê wan jî kêm e. Bi vî awayî barê wan giran dibe û rewşa jiyanî ya wan aloztir dibe.
Karkerê bi navê Fîras Xêredîn Emrû (31) got, “Ev 13 sal in ez kar dikim. Ji berbanga sibehê heta piştî nîvro, li ser peyarê rûdinim.”
DERFETÊN KAR CAREKE DIN PEYDA NABIN
Emrû diyar kir ku hin caran kar dibînin û hin caran heta mehekê bêkar dimînin û wiha axivî: “Xwediyên kar me bi kar tînin. Ji ber aloziya aborî ya heyî em neçar dimînin bi erzanî kar bikin. Hin caran derfetên kar li beramberî 20 hezar lîreyên Sûriyê peyda dibin, lê xwediyên kar 5 hezar lîreyî tenê didin. Ji ber ku em rojane debara malbatên xwe dikin, em neçar dimînin qebûl bikin. Li gel bihabûnê ev destheq têra pêdiviyên me yên bingehî nake. Hin caran derfetên kar peyda nabin, ji ber wê em nikarin xwarinê ji malbatên xwe re peyda bikin.”
Apê Taha Ebdulrehman (60) malbata wî ji 8 endaman pêk tê. Di maleke bi kirê de dimîne. Apê Taha got, “Ez ji 18 saliya xwe ve vî karî dikim û pîşeyekî din nizanim. Di dema me de girîngî nedidan xwendinê. Ji ber wê min di vî warî de kar kir.“
‘EM DESTHEQÊN ERZAN QEBÛL DIKIN DA KU BÊKAR NEMÎNIN’
Apê Taha wiha axivî: “Ji ber ku hinek karker destheqê erzan qebûl dikin em mecbûr in mîna wan bikin û wiha domand: “Beriya çend rojan, min derfeteke kar qebûl kir. Min di du rojên sax de xilas kir. Digel ku diviyabû ez 50 hezar lîreyên Sûriyê bigirim, xwediyê kar 7 hezar tene dan min. Ez pê razî bûm. Digel ku ev miqdar di roja îro de li gel bihabûnê, têra tiştekî nake.”
‘YEKÎTIYA KEDKARAN HEWL DIDE MAFÊ HER KARKEÎ BIPARÊZ E’
Endama rêveber ya Yekîtiya Kedkaran ya herêma Cizîrê Hemîde Ferman da zanîn ku yekîtî hewl dide mafê her kedkarî biparêz e û wiha got: “Ji ber wê em destheqê karkerên endamên Yekîtiya Kedkaran bi awayekî guncew kontrol dikin û saetên kar ji wan re diyar dikin. Yekîtî hewl dide derfetên kar ji wan re peyda bike. Çi di rêxistinan de, çi bi riya Yekîtiya Bazirganan be.”
Îsal li ser asta herêma Cizîrê li derdora 12 hezarî karkerên jin û mêr beşdarî Yekîtiya Kedkaran bûne.