Rojnameya Ronahî

Ji ber şewitandina bermayiyên zeviyan, ziyaneke mezin çêbû

Li gundên herêma Beravê ya Dêrikê, ji ber şewitandina bermayiyên zeviyên çandiniyê gelek ziyana madî çêbû.

Li gundê Til Darê û Rihanîkê şivanan agir berda bermayiyên zeviyên çandiniyê. Di encamê de medceneyek û hingarek bi tevayî şewitîn. Herwiha ziyaneke mezin gihat baxçeyên sebze û meyweyan.
Xwediyê baxçe Ronî Sadiq got, “Ez li Dêrikê bûm, zarokên min bi min re axivîn gotin di hingar û baxçe de şewat çêbûye. Yekser ez bi agirkujiyê re axivîm. Dema agirkuj gihatin wir, medcene û alavên çandiniyê şewitîbûn. Ziyaneke mezin gihat daran û xortûmên ku bihayê wan bi qasî du milyon lîreyên Sûrî bû.”
Beriya çend rojan li gundên navçeya Amûdê jî ji ber şewitandina bermayiyên çandiniyê agir bi stûnên kehrebeyê ketibû û kehrebeya bi dehan gundan qut bûbû.
Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bang kiribû ku bermayiyên zeviyên çandiniyê neşewitînin.