Rojnameya Ronahî

Histografya Kurdıstanê = Heftanîn

Medeni FERHO

Em di serdemeke mîtolojiya dîrokê de dijîn.
Mîtolojiya dîrokê, gotineke pirr bi îddîa ye!.. Di wêjeya devkî ya Kurdan de, ev rastî heye û mînak e. Mîtolojî, bi fîgûrên nemir dagirtî ne, gotina “nemir”, di wate û îradeya xwedawendî de tê bikaranîn û hişmendiya civakê zindî digire.
Di şerê 3mîn yê cîhanê de, lehengên Kurd destanan dinîvîsin. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de cîhanê ev rastî erê kir. Dîtin ne “îddîa” ye rastiyek e. Îro jî, em di Cenga Heftanînê de dibînin ku Gerillayên Kurd, bûne fîgûrên nemir.
Şer ne dostê kesî ye!…. Lê dewşirmeyên Turk-î Islam, sed sal in, di bejahiya welat û qeraxên derya welat de di nava şer de ne… Şer, nêçîra gur e!.. Dewşrîmeyên Turk-î îslam jî xwe çêlîkên gur dibînin, Gur jî “dehbe”yekî bê ewle ye!..
Machawellî jî, behsa du cûre şer dike, yek di çarçoveya qanûnan de insanî, ya din jî heywanî!… Machawelî, ji bo “prensê” xwe jî, her du riyan jî pêşniyaz dike.
Aqilmend, yan jî şêwirmendekî ku riya heywanî şanî “prens”e xwe bide newî heywan e.
Fernand Braudel jî, êrîşên Mogol û dewşîrmeyên Osmanî, wek “bela Xwedê” binav dike. “Bela Xwedê” jî, di lîteretûra Kurdan de, cureyekî heywanî ye.
Erîşên Dewleta Tirk yên li Heftanînê, li gorî Machyawellî jî, li gorî F. Braudel jî heywanî ne. Balkêş e, merşa neteweyî ya dewşîrmeyên Tirk jî, “şaristaniyê canawar” dike; ev jî, li dijî ruh û vijdanê însanî ye. Bi gotinek zimanê osmanî “mucîb-î teesûr”e.
Ez gelê Tirk tenzîh dikim û dibêjim; ”şaristaniya ceanawar”, encama ruh û vijdanê xerab e, yê guruhên dewşîrmeyên wek Ziya Gokalp, Akîf Erosy û Erdogan e. Marş dewşîrmîst e!…
Şerxwaziya dewşîrmeyan, li xiş û hesabê sîstema kapîtalîst jîhatiye. Ji ber ku dewşîrme, hêza ku her dem ji bo şerê heywanî, ji bo şikandin û qelskirina îradeya gelan amade ye. Saziyên burjuwazî jî, wan baş bikartînin. Di şerê 3mîn yê cîhanê de baş bikartînin û dixwazin car din îradeya gelan dîl bigirin. Bê îrade kirin, tê wateya dîlgirtina dîrokê û ev jî korîtî ye.
Mînaka ku em pê dizanin, gelê Kurd û korîtiya nezanîna dîrokê ye.
Piştî Têvgera Azadiya Kurd, bi taybetî piştî pirtûkên Ocalan, dîroka alternatîf û hîstografya Kurdistanê, hêdî hêdî di disîplînek têgihiştî de derkete holê. Ocalan, di nirxandin û vegotinên xwe de, têkildarî felsefeya dîrokê jî dibe. Lê dîroka felsefê û histografya tevlîhev nake. Ev giring e û dive her dîrokzan û lêkolînvan vê ratsiyê liber çavan bigirin.
Em, di mecburiyetek siyarbûnê de ne. Têgihiştin jî, bingeha hişmendiya şiyar e. Lewma û teqeze, dive em her bûyera li Kurdistanê, di tara dîrokê de bigirin, li gorî “mecburiyeta şiyarbûnê” binirxînin. Divê bi felsefeya doçrokê, dive bi histografya de bigîhînin nifşê paşerojan.
Mecburiyeta me, ji “berxwedanek giştî” ya gelê Kurd tê. Feryad û fîgana me li PDK û hêêzn Başûrê Kurdistanê ku şiyar bibin û rastiya dijmin bibînin jî ev e. Divê keske, bi berçavikên hespan li buyer û pêşketinên Kurdistanê ne nêre. Guhertinek meizn heye. Guhertin jî navê şoreşan e, gelê Kurd jî di guhertinek dîrokî de ye.
Bala xwe bidinê, li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê, qirkirina siyasî ya li dijî jinan jî dane dets pê kirin. Ev tirs e, tirsa têkçûna Heftanînê ye. Lewma min di sernavê nivîsê de, gotina “hîstografya Kurdistanînê Heftanîne” bi kar anî. Em dîrokê dijîn!…
Dibê ku cîhana kapîtalîst, ji lêkirina navekî li şoresa Kurdistanê “îmtîna” bike. Erê, dibe ku saziyên demokrasiya burjuwa û qelemşorên wê, nexwazin karakterîstîka Şoreşa Kurdistanê, ji netîdî ve werin. Dibê ku standardên dîrokî ku li gorî xwe formule kirine, ji bo Şoreşa Kurdistanê bikar neyînin.
Teqez e û misogere ku, li Kurdistanê guhertinek civakê çêdibe û ev guhertin jî bandore li civakên li heêrmê teva dike..
Bi bawerî dibêjim: Cîhan dibîne, lê dive werê zanîn ku ew “prensê” Machyawell’in!…
Di Şoreşa Fransa da, dîrokzanên cîhanê, ketin nava “mecburiyet”ê de û Şoreşa Fransa kirin navenda lêkolîn û lêgherînên xwe. Şoreşa Fransa wek navenda ronîkîrina mirovaniyê derxistin pêş û baş jî bikaranîn.
Rastî ew e ku, Şoreşa Fransa dîroka mirovên ji rêzê ye…
Mirovên ji rêzê kî ne, civak e !… Dîroka Fransa jî, ne bi çînê rêveber û serdest, bi gelê Fransa re, weke mîrateya histografya Fransa hate nirxandin. Ev baskê dîrokê, piştî şerê 2mîn yê cîhanê pêşket.
Nîha jî, gelê Kurd wê serdemê dîjî. Şerê Heftanîn jî mînaka vê ye û hîstografya Kurdistanê jî li Heftanînê tê nivîsandin û pêşkikeve.
Yanî; di şerê 3mîn yê cîhanê de, têkoşîna hêzên Gerilla li Heftanînê, li dijî kral û çarên modern tê kirin. Dewleta Tirkiyê, ne bi xwe, bi kral û çarên modern li dijî gelê Kurd şer dike. Kral û çarên modern, dewleta dewşirme, ku digotin “dewletek heydud” e, komên çete ava dike û fînanse dike, bi kar tînin û rê li ber guhertina civakan digirin.
Balkêş e û seyr e, Tirkiye bê pêrwa, ji Kurdistan (Suriye-Iraqê) heta bi Libyayê komên çete rêz dike, li dijî tevahiya cîhanê wek şantaj û gef bikar tine; dîse jî hêzên global, lîstîka sê meymunan didomînin.
Mîrateyek dîroka Kurdan heye, lê nivîskî nîne; winda ye, di qedexe, red û înkara qanunên zincîran de tune kirine. Qanunên zincîran, ji qanunên demokasiya burjuwa, bi gelekî dijwartir in.
Îşaret pê dikim; rewşek nû heye, nifşê nû xwedî baweriyên kozmîk in, asoyên mêjiyên wan fereh in, xewn û xeyalên wan azad in û ev nifş, rê li ber hişmendiyek nû vedike. Ev hişmendiya nû xwedî tez û antîtez e, bîrdoz e, disîplîn e û teorîye!..
Ev jî, bi serketina Heftanînê re wê histografya Kurdistanê û gelên li herêmê fereh bike.