Ahmet AKTAŞ
97 Sal berê 24ê Tîrmehê, li bajarê Lozana Swisrê, bi biryara hinek dewletan, Kurdistan fermî hat perçekirin.
Bi vê fermana navdewletî ya bi navê PEYMANA LOZANÊ, bû 4 parçe û weke Beşikçi jî gotibû, êdî li goreyî zagonên navdewletî jî bû “mêtingeha navdewletî”!
Ev parvekirina dudan bû. Lê weke em zanin cara yekemîn ji aliyê Imparatoraya Osmanî û Sefewiyan ve, li bajarê Qesra Şîrîn ya Îranê bi navê PEYMANA QESRA ŞÎRÎN, Kurdistan bûbû 2 parçe û li goreyî vê biryara bêbext a vê peymanê, heta roja îro jî ew sînorên hatibûn destnişankirin di navbêna dewleta Iranê û Tirkiyeyê de her dewam dike.
Lê li şûna Sultan Muradê Osmanî niha sultan Receb, li şûna Şah Ebbas jî Şah Ruhanî li ser textê mêtingeriyê rûniştine.
Cara dudan jî, dema li goreyî projeya sedsala 20î ya Sykes-Picot, Rojhilata Navîn, di serî de Britanya û Fransa di navbêna dewletên hegemon ên cihanî de hat parvekirin, Kurrdistan jî li goreyî berjewendên dewletên xwe, kirin 4 parçê û radestî dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûriyê kirin.
Mirov bala xwe didê, agahiya gelê Kurd jê nîne, hinek din li ser maseyê rûniştine û li goreyî kêfa xwe xaka me, welatê me û gelê me parçe parçe dikin!.Dema ku mirov van dîrokên xwînmij û wêranker û qirker dixwîne, dil û hinavê mirovan disoje.
Lê ez bawer dikim mijara niha ku ez ê bibêjim, dibe ku hîn pirtir dil û cerg û serê mirovan biêşîne. Erê heta niha hêzên biyanî em û welatê me parçe kirin, belê niha, ew pira SÊMALKA çi ye gelo? Ew xendekên di navbêna Başûr û Rojava de dihatin kolan, ji bo ku gelê me derbasî cem hevdu nebin çi bû?
Ez ji vêna re dibêjim parçekirina 3’yan û ya bi destê Kurdan e! Ma gelo ev kiryar, ev kar û ev hilwest ne xedartir e ji yên din? Êdî hûn çi navî lê dikin hûn zanin!
Ev bûyerên xedar û dijwar û qirker hemû ji bo çi hatin serê me? Bê gûman, ji nezanî û bê rêxistînî û bê rêberiya xurt bû. Eger rêberiya me ya zana û têgihiştî û bi dil û can hezkirê jiyanek azad ji bo welat û gel û mirovahiyê hebû ya, hilbet ti hêz û dewletên biyanî ew ê nikaribûna em parçe parçe bikirina.
Lê belê ev sedsala nuh a 21’ê, wê encama wê nebe weke sedsalên berê. Ji ber ku êdî gelê Kurd û gelên Kurdistanî ne bê Rêber in jî û ne bê rêxistinin jî. Her du jî hene û ew taybetmendiyên hatin gotin hemû jî hene û gel bi xwe jî gelek serwext û zana bûye. Êdî li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jî hesab ji gunehkaran, tawanbaran û xiyanetkaran tê pirsin û şoreş gav bi gav pêşve diçe.
Li parçeyî herî biçûk li ROJAVA şoreş pêk hatiye. Pêla ba û bahoza şorêşê derbasî derveyî Kurdistanê jî bûye; çûye heta nava dewletên ku welatê me parçe kirine, çûye ber deriyê xaniyê ku PEYMANA LOZANÊ hatiye nivîsandin jî û hesab ji wan jî tê pirsîn.
Mirov êdî dikare bêje; çerx berovajî hatiye zîvirandin, “mêtingeriya navdewletî” veguheziye bûye: “ŞOREŞA NAVNETEWEYΔ!






