Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 moşekên Katyûşa li ser barageha leşkerî ya Koalisyona Navdewletî ya li başûrê Bexdayê ketin xwarê. Hat diyarkirin ku ziyana madî tenê çêbûye.
Moşek li barageha Besmayê ketin xwarê ku tê de leşkerên Spanya di çarçoveya têkoşîna koalisyonê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê de hene.
Had zanîn ku hedefa moşek û topên hewanê baragehên hêzên koalisyonê ne. Mehên borî jî li nêzî balyozxaneya Emerîka ya li Bexdayê moşek ketibûn xwarê.
Emerîka komên çekdar yên Îran serkêşiya wan dike tewanbar kirin.
Heta niha jî ti komên çekdar êriş negirtine ser xwe.






