Di demekê de ku nakokiyên di navbera Îranê û hevalbedên Emerîka yên li Rojhilata Navî de pir bûne, generalekî emerîkî yê payebilind ji nişka ve serdana Israîlê kir.
Associated Press da xuyakirin ku serokê Desteya Hevbeş ya Erkanan, general Mark Millie bi fermandarê artêşê û istixbarata Israîlê re li barageha hewayî ya başûrê Israîlê civiyaye û bi riya online bi serokwezîr Benyamîn Netenyahu re jî civînek li dar xistiye.
Piştî êrişa hewayî ya li ser paytexta Sûriyê Şamê bi çend rojan ev serdan çêbû. Çawa ku tê zanîn di êrişa hewayî ya li dijî Şamê de digel 5 kesên biyanî endamekî Hizbullahê ku Îranê piştgiriya wê dike, hatin kuştin.
Piştî du saetan artêşa Israîlê da zanîn ku bersiva êrişên li dijî Colanê ya ku di destê Israîl de ye dane û bi helîkopteran êrişî gelek nuqteyên hêzên hikumetê kirine.
Artêşa Israîlê da xuyakirin ku li başûrê Sûriyê li nuqteyên çavdêriyê û sîstema komkirina agahiyên istixbaratê dane.






