Gerînendeyê rêveberiya Tewcîh El-manewî ya fermandariya giştî ya artêşa Libya serbaz Xalid Mehcob ragihand ku beşa yekê ji çeteyên Sûrî piştî perwerdekirinê ji hêla Wezareta Hundir ya hikumeta Wîfaqê ve, bi cilên polîsan daketin peytexata Terablusê.
Piştî rapora komîteya cezayên navneteweyî ya derbarê Libya de ku hatiye piştrastkirin dewleta Tirk çeteyan vediguhêze welat, serbaz Xalid Mehcob ji tora El-Erebiyê re diyar kir ku komek ji çeteyên Sûrî li baregeha Tekbalî ya li paytexta Terablusê hat perwerdekirin û bi cilên polîsên libyayî daketin kolanan û dest bi erkê xwe kirin.
Di dîmenan de diyar bû ku endamên çeteyên Sûrî bi cilên polîsên libyayî perwerdeya xwe li baregeheke li başûrê paytexta Terablusê dibînin.






