Partiya Paşrojê ya Sûriyê bi durişma “Sûriyeke demokratîk nenavendî” kongereya xwe ya yekê li bajarê Reqa li dar xist. Di kongreyê de serokê meclisa partiyê ya bajêr hat hilbijartin.
Kongere li hola Tac hat lidarxistin. Nûnerên saziyên sîvîl û leşkerî, rûspiyên eşîrên Reqa û şêniyên bajêr tevlî kongreyê bûn.
Piştî rêzgirtinê endamê partiye Muwefeq Silêman perspektîfên rêxistinî û siyasî yên partiyê xwendin.
Di berdewama kongreyê de serokê partiyê yê giştî Îbrahîm El-Qeftan rewşa siyasî ya Sûriyê şîrove kir. El-Qeftan diyar kir ku gelê Sûriyê rêxistinên radîkal û êrişên dewleta Tirk li dijî Sûriyê şermezar kirin. Herwiha pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî bi riya diyloga sûrî-sûrî destnîşan kir.
El-Qeftan di nava axaftina xwe de got, “Diyaloga kurd-kurd û yekîtiya Kurdî deriyê yekîtiya tevayiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û misogeriya yekîtiya gelê Sûriyê û veguhestina ber bi Sûriyeya pirrengî, demokraîtk û nenavendî ve ye.”
Pişt re endama partiyê şaxê bajêr Xaliye Kijwan rapora kar û xebata partiyê ya du salan xwend. Di raporê de hat diyarkirin ku 2 hezar û 500 endamên nû tevlî partiyê bûne.
Paşê endamên partiyê yên bajêr Ebdullah El-Şiblî ji bo serokatiya meclisa partiyê û Zelîxa Ebdî ji bo cîgiriyê tevî 33 endaman hilbijartin.





