Melisa Malbatên Şehîdan ya taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo nirxandina karê du sal û nîvê bi durişma ‘Bi ruhê berxwedana malbatên şehîdan emê Rêber Apo rizgar bikin’, civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de hevserokatiya nû ya meclisê hat hilbijartin.
Civîn li hola Elwan ya li herêma Şiqeyêf ya bajarê Helebê hat lidarxistin. Di civînê de malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, Kongereya Star, Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, komîn, Hêzên Parastina Civakê, Hêzên Asayişê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê amade bûn.
Hola civînê bi wêneyên berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ, Tevgera Civaka Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.
Piştî rêzgirtinê endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Hediya Yûsif li ser geşedanên siyasî li Kurdistan û Rojhilata Navî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ya dagîrker bi êrîşên xwe li dijî her çar pareyên Kurdistanê, dixwaze gelê Kurd tine bike û got, “Berxwedana gel li dijî van êrişan dewam dike û wê hê jî dewan bike”.
Di dawiya civînê de hevserokatiya nû ya Meclisa Malbatên Şehîdan ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat hilbijartin. Hevserok ev in: Rûşîn Xelîl Mûsa û Mihemed Hisên Ehmed. Herwiha malbatên şehîdan, endamên rêveber yên Komîteya Ciwanan ya Meclisa Malbatên Şehîdan û rêveberiya Komîteya Hemserên Şehîdan hilbijartin.





