Hêzên Rûsya û artêşa Tirk ya dagîrker li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê hê jî dewriyeyan bi rê ve dibin û roja Pêncşemê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.
Roja Pêncşemê serê sibê dewriyê ji gundê Şêrikê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Qerman, Tilgidîş, Xenamî, Kerbetilî, Emerzobaş, Til Kermê, Midewera, Xasikê, Xişêfiyê, Xerezê û Cewheriyê ve çû. Paşê vegeriya nuqteya destpêkê ya gundê Şêrikê.
Dewriye ji 4 panzêrên leşkerî yên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsya pêk dihat.
Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk du caran nuqteya Rûsya ya li navçeya Dirbêsiyê topbaran kiribûn û di encama wê de 3 endamên hêzên Rûsya, 3 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û welatiyekî ji navçeya Amûdê birîndar bûbûn.






