QSD’ê ragihand, di roja yekemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 24 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama roja yekê ya qonaxa duduyan ya Pêngava Tinekirina Terorê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di qonaxa duduyan ya Pêngava Tinekirina Terorê de, ku hêzên me bi tevkariya Koalisyona Navneteweyî li herêma Dêrezorê li djiî terorîstên rêxistina DAIŞ’ê dest pê kiriye didome.
Di pêngavê de ku hedef baregehên terorîstan û kesên biguman in, gelek operasyonên serdegirtin û girtinê li bajarokên Bisêra û Şihêl yên gundewarê bakurê Dêrezorê hatin lidarxistin. Di encamê de gelek gumanbar hatin girtin û çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Herwiha heta niha 24 kes ji terorîstên rêxistinê û gumanbar hatine girtin.
Heta gihatina armancê wê pêngav dewam bike”





