Fermandarê Hêzên Navendî yên artêşa Emerîka Kenneth McKinsey got, Îran qada Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bi kar tîne, divê serokê Sûriyê vê baş bizane.
Di civîneke çapemeniyê de ku nivîsgeha herêmî ya çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Emerîka li dar xist, ya li ser peymana dawî ya di navbera Îran û Sûriyê de, li ser pergala parastina asîmanî Kenneth McKinsey bi telefonê got, Washington dikeyeke giştî ya bersivdana Îranê ya yekser û ne yekser ava kiriye.
Herwiha got, her kiryara li dijî hêzên Emerîka li herêmê bibe wê berdêla wê pir giran be. DYA texmîn dike ku Îran bersiva artêşa Emerîka dizane.
Têkildarî rewşa Lubnanê, Kenneth McKinsey diyar kir ku Washington bi soza xwe ya piştgiriya Lubnanê û hêzên rewa yên tê de ve girêdayî ye. Herwiha got, Hizbullah hê jî pirsgirêk e, eger li dijî Îsraîlê êrişekê bike wê şaşiyeke mezin be.





