Hêzên Ewlekariya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku dronên Tirkiyê êrişî nuqteya koordîneyê ya stratejîk ya hêzên Rûsya ya li Dirbêsiyê kir.
Hêzên Ewlekariya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bombebarana nuqteya hêzên Rûsya ya li navçeya Dirbêsiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
”Artêşa Tirk ya dagîrker êrişên xwe yên ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê didomîne. Roja pêcşemê (16’ê Tîrmehê) droneke artêşa Tirk êrişî nuqteyeke leşkerî ya Rûsya kir.
Ciyê bûyî hedefa êrişê nuqteyeke koorîndeyê ya stratejîk e, 1 km li başûrê bajarokê Dirbêsiyê li ser riya Hesekê ye. Di encamê de leşkerekî Rûsî û 3 sîvîl birîndar bûn.





