Rêxistineke civaka sivîl ya Ingilîz diyar kir ku ji ber bandora aboriyê ya koronavîrusê dibe ku 10 milyon zarok venegerin dibistanê.
Li gorî rêxistina civaka sîvîl Save The Chîldren berî nexweşiyê jî 258 milyon zarok li derveyî pergala perwerdehiyê bûn. Ji ber Covîd-19’ê nêzî 1,6 milyar xwendekarî neçûn dibistanê.
Saziya Îngîlîz diyar kir ku heta dawiya salê dibe ku 9,7 milyon zarok êdî nikaribin dîsa dest bi dibistanê bikin.
Hat diyarkirin ku welatên li Efrîkaya Navî û Rojava, Yemen û Efxanistan di serî de li 12 welatan dibe ku piştî tedbîrên mayîna li malê xwendekar nikaribin vegerin dibistanê.





