Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê bi meşekê şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bîr anîn û êrişên dewleta Tirk yên ser Herêmên Parastinê yên Medya şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sîvîl, Kongreya Star, Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan berê xwe dan qada Azadî da beşdarî meşa ji bo bîranîna berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê bibin.
Meşê ji qada Azadî dest pê kir û di kolanên bajêr re dewam kir. Girseyê durişmên dilsoziya bi şehîdan re û yên şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk û topbarana ser gundên başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medya avêtin.
Pişt re berê xwe dan qada Şehîdan û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi mitîngê kirin. Bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mûtîi Omer wiha axivî: “Di kesayeta şehîdên 14`ê Tîrmehê de em şehîdên azadiyê bîr tînin. Berxwedana Elî Çîçek, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz ji bo gelên herêmê bûye mîrasek.”
Mûtîi bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê kir ku li hemberî faşîzma Tirk berxwedanê xurt bikin.






