Li ser banga rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrezorê, piştî diyar bû ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re nîne QSD’ê 19 girtî berdan,
Rûspiyên êlên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrezorê ji Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) xwestin girtiyên têkiliya wan bi DAIŞ’ê re tineyî û li deverên navborî sûcên mirovî nekirîn, berdin.
QSD`ê piştî lêpirsîna ewleyiyê, bi amadebûna rûspiyên herêmê 19 girtî berdan.
Rûspiyê êla Mehasin Ebdulqadir Şaban got, “Piştî gelek hevdîtinên di navbera rûspiyan, QSD û hêzên ewlekariyê de, aliyan alîkariya xwe bi daxwaziya rûspiyan ya berdana girtiyên ku destê wan di kuştina sîvîlan de nine diyar kirin û 19 girtiyên ji gundewarê başûrê Hesekê û Dêrezorê hatin berdan.”
Şaban diyar kir ku pêkanîna daxwaziya rûspiyên herêmê û beşên civakî asta baweriyê di navbera fermandarên leşkerî yên herêmê û rûspiyên wê de nîşan dide.
Rûspiyê eşîra El-Milhim, Hemza El-Giûd spasiya Meclisa Leşkerî ya Şedadê kir ku bi wan re bû hevkar û daxwaziya wan bi cih anî.
El-Giûd diyar kir ku di demên bê de wê beşên din yên girtiyan werin berdan û bîr xist ku berê jî 400 girtî hatin berdan.
Hêjayî bîrxistinê ye ku QSD’ê bi kefaleta şêx û rûspiyên herêmê girtiyan berdide.





