Dewriyeyeke hêzên Emerîka êvara Şemiyê dema diçû Qamişlo ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve hat astengkirin. Meclisa Leşkerî ya Til Temir mudaxele kir û nehişt şer derkeve.
Dewriyeyeke hêzên Emerîka roja Şemiyê saet 20:00’an ji Hesekê ber bi Qamişlo ve derket. Dewriye li navçeya Til Temir ji aliyê hêzên hikumeta Sûriyê ve hat sekinandin. Hêzên hikumetê nehiştin dewriye rêwîtiya xwe temam bike û gule lê reşandin. Herwiha mayin li ser riya giştî bi cih kirin.
Di navbera he du aliyan de nakokî derket. Li ser daxwaziya hêzên Emerîka Meclisa Leşkerî ya Til Temir mudaxele kir û rê li ber şerekî muhtemel di navbera hêzên Emerîkî û yên rejima Sûriyê de girt.
Meclis bi nûnerên her du aliyan re civiya. Li ser vê rewş aram bû.





