Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê konferansa xwe ya 7’an li dar xist

13/07/2020
in ROJEV
A A
Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê konferansa xwe ya 7’an li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Li bajarê Kobanê Konfernsa 7an ya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê hat lidarxistin.
Bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên meclisên malbatên şehîdan yên herêma Firatê, Reqa û Minbicê, partiyên siyasî û saziyên civaka sîvîl, Konferansa 7an, ya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê roja Şemiyê li Hola Firatê ya bajarê Kobanê dest pê kir.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Pişt re endama Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî bal kişand ser ked û fedkariya welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirîn heta gihatîn vê astê.
Eyşe Efendî got, “Di şerê li Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de xwîna Kurdên ji her aliyê Kurdistanê tevlîhev bû. Bi wê hişmendiyê Kobanê bi ser ket û hê jî li hemberî terorê bi ser dikeve.”
Di konferansê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan yên derbarê şehîdbûnê de hatin xwendin. Herwiha peyamên pîrozkirinê hatin xwendin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Rewşen Hacim jî axivî û got, “Dijmin dixwaze serkeftinên gelê me û projeya demokratîk têk bibe. Me dît çawa dijmin her sê jinên têkoşer li gundê Helincê kirin hedef. Ev dide diyarkirin ku dijmin niha ji berê pirtir ji jinên azad ditirse.”
Hevserokê Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî got, “Civaka bê şehîd mafê wê yê jiyanê nîne. Ji ber vê şehîd navnîşana hebûn û mayînê ne.”
Çend biryarên di konferansê de hatîn girtin ev in:
-Ji bo alîkariya malbatên şehîdan koperatîfên aborî û çandinî werin vekirin.
– Li gorî astên xwendinê derfetên kar ji malbatên şehîdan werin peydakirin.
-Ji ciwanên malbatên şehîdan komîteyek were avakirin.
-Ji bo malbatên şehîdan ên di kampa Eyn Îsa û Girê Spî de projeyên piçûk werin avakirin.
Di dawiya Konferansê de komîteyek ji 8 endaman hat avakirin (4 jin û 4 zilam) da ku koordîneyê di navbera Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên Rêveberiya Xweser de koordîne bike û pirsgirêkan çareser bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.