Polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên artêşa Tirk ya dagîrker li rojavayê Kobanê dest bi dewriyeyeke hevbeş kirin.
Dewriye ku ji 4 panzêrên her du aliyan û helîkopterên Rûsya pêk hat, li gundê Aşmê dest bi gerê kir.
Dewriye di gundê Aşmê, Carqelê, Cibinê, Beyadiyê, Zormexar, Mişko, Bênder, Gereqûyê, Qulê, Sosan, Boban, Xorxorî, Dîkmedaş û Qiranê re derbas bû.
Weke gelekî caran şêniyên hin gundan kevir avêtin panzêrên dewleta Tirk kir û derbasbûna wan ya xaka Sûriyê şermezar kirin. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna dewleta Tirk ya li Sûriyê wek hêzeke dagîrker dibînin.
Dewriyeyên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê, li gorî peymana 22’yê Cotmeha 2019`an ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk tên.





