Bi merasimeke girseyî cenazeyê şervanê YPG’ê Remezan Kazimyan (Fîras Serdar) ku 20’ê Hezîranê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.
Bi sedan welatiyan piştî girtina cenazeyê şehîd Remezan Kazimyan (Fîras Serdar) ji nexweşxaneya Dêrikê bi kerwanekî ji erebeyan birin goristana Şehîd Xebat Dêrik.
Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê bi navê YPG’ê Mihyedîn Xêrkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.
Xêrkê diyar kir ku “Şehîd Fîras ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve mîna gelek ciwanên Kurdistanê cihê xwe di nava YPG’ê de girt. Şehîd Fîras beşdarî gelek pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ û dagîrkeriya Tirk bû û mohra xwe li vê şoreşê da. Herî dawî bi nexweşiyekê şehîd bû.”
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan ya Dêrikê Heqî Sîpan di kesayeta şehîd Fîras de şehîdên têkoşîna azadiyê bîr anîn û soza xurtkirina têkoşînê da.
Piştî axaftinan nasnemaya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Malbatê diyar kir ku bi şehîdbûna kurê xwe serbilind in.
Hevlên şehîd Fîras cenaze di nava durişim û tilîliyên dayîkan de spartin axê.





