Wekîlên Îranî têkildarîmijara rêveberiya krîzê ya Serokkomar Hasan Rûhanî dixwazin lêpirsîn vebe. Ev biryar dibe ku heta dûrxistina Rûhanî ji erke jî biçe.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya Tasnîmê li Parlementoyê 120 wekîlan imzeya xwe li binê pêşnûmeyekê dan û pêşkêşî Serokê Parlementoyê kirin. Ji bo pêkhatina pêşnûmeyê divê pêşkêşî Konseya Serokatiyê jî bê kirin.
Parlementer Îkbal Şakirî got, “Di warê krîza piyaseya dowîzan de, herwisa li ser sedemên berhemên bingehî yên bilindbûna biha pirsên parlementerên me ji bo Serokkomar hene.”
Rûhanî sala 2018’an têkildarî polîtîkayên heman mijaran vexwendibûn parlemetnoyê. Berî wê jî parlementeran Wezîrê Aboriyê Mesûd Karbasiyan ji erkê girtibû.
Ev hewldana parlementeran weke nerazîbûna li dijî hikûmetê zêde dibe tê nirxandin.
Aboriya welat gihatiye wê astê ku li ber hilweşînê ye. Krîzên ji ber guşarên DYE, bilindbûna eflasyonê, bêkarî, herwisa encama ji ber koronayê derketî, Îranî ber bi jiyaneke zehmetir ve birin.






