Rêveberên Deriyê Sêmalkayê gotin, “Me çûna xwediyên paseportan ya Başûrê Kurdistanê qedexe nekiriye. Lê şirketên balafiran navan diyar dikin.”
Di çarçoveya tedbîrên li djiî koronavîrûsê de li gelek welatên cîhanê balafirgeh û deriyên sînoran hatin girtin. Di nav de deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî ye.
Gelek kesên ku paseporta çûna Ewropa girtine li herêmên Rêveberiya Xweser asê mane û nikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Li ser vê mijarê rêveberên Deriyê Sêmalka diyar kirin ku piştî bidawîbûna dema qedexeyê deriyê sînor yê Sêmalka ji bo kesên li Başûrê Kurdistanê asê mayîn hat vekirin ku vegerin herêmên xwe.
Herwiha gotin, ji bo xwediyên paseportên rêwîstiya ber bi Ewropa ve ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê me roj diyar kirin. Bi taybetî piştî ku deriyê Pêş Xabûr biryara pêşwazîkirina xwediyên paseportên çûyîna Ewropa da. “
Rêveberan da zanîn ku nav ji aliyê şirketa balafirê ya Qeterê ve tên diyarkirin.
Herwiha gotin, ji bo Deriyê Sêmalka jî navên diyarkirî tenê dikarin derbasî başûr bibin, yên ku niha nahêlin rêwî derbas bibin ne rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ye. Lewre neçar in li gorî navên Rêveberiya Deriyê Pêş Xabûrê dayîn wan rêwiyan derbas bikin.






