Hêzên hikumeta Sûriyê êvara Çarşemê bi çekên giran herêmên Riwêha, Bênîn û Dêr Sinbul yên bejayiya başûrê Idlibê topbaran kirin.
Herwiha herêmên Fitêra, Kesefra,Sifohên, Filêfil û Mûzera ên bejahiya Idlibê topbaran kirin, lê jimara kuştî û birîndaran nehat zanîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da xuyakirin ku hêzên hikumeta Sûriyê eniyên Girên Kebana li herêma Cebel El-Ekrad a gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kirin û herwiha herêmên Bara, Bilyon, Riwêha û Kensefra ên Cebel El-Zawiya yên li başûrê Idlibê jî topbaran kirin.






