Koma Ensarullah El-Hûsî ragihand ku hêzên wan odeya çalakiyan ya li balafirgeha Necran û baregeha hawayî ya Melek Xalid ya li Xemîs Meşîd ya Erebistana Siûdî kirine hedef. Koalisyona Erebî jî ragihand ku 4 drone roxandine.
Berdevkê Hêzên Çekdar yên Hûsiyan Yehya Serai got, “Çeka asîmanî bi jimareke mezin ya balafirên K2 yên bêmirov êrişî odeya çalakiyan ya li balafireha Necran û depoyên çekan û dikên balafiran yên li baregeha Melek ya Asîmanî ya li Xemîs Meşîr û hedefên din yên leşkerî kirine.”
Serai got, “Balafiran bi zelalî li hedefên xwe daye.”
Ji aliyekî din ve Koalisyona Erebî li Yemenê ragihand ku hêzên wan 4 dronên bombebarkirî roxandine, ku Hûsiyan ber bi Erebistana Siûdî ve avêtin. ”





