Istixbarata Tirkiyê bi hevkariya polîsên leşkeri hin sîvîlên kantona Efrînê revandin û malbatên sîvîlan jî neçar man li hemberî berdana wan fidyê bidin, lê çarenûsa hin welatiyên h atîn revandin ne diyar e.
Çavkaniyan diyar kir ku istixbarata Tirkiyê bi hevkariya polîsên leşkerî, polîsên sivîl û çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” yên girêdayî Tirkiyê extiyar, zarok û jinên li hundirê bajarê Efrînê direvînin.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê-Sûriyê bîr xist ku 30’yê Hezîranênçeteyan saet 5’ê sibê ser gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya bajarê Efrînê de girtin û 6 sîvîlên li gund revandin. Navên sîvîlan wiha ne: Cemal Umer Elîko (28), Sebrî Ehmed Mihemed (40), Mihyedîn Elîko (55) û dayîka wî Fîdan, Ebdo Mihemed Ebdullah (35) û dayîka wî Fatîme, Îmad Qadir Hisên (35) û dayîka wî Emîna. Heta niha nasnameya 6 kesan tenê hatiye zanîn.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan, Cemal Umer Elîko, Îmad Qadir Hisên, Ebdo Mihemed Ebdullah piştî malbatên wan fidye dan, hatin berdan, lê sîvîlên din hê jî li cem polîsên leşkerî û istixbarata Tirkiyê ne.
Dawiya Nîsana 2020`yan polîsên leşkerî yên artêşa Tirk bi hevkariya istixbarata Tirkiyê pîrejinên Kurd revandin ku ew jî ev in: Henîfe Ico (70), Nebîha Cewdet (70), Kerîma hevsera Mihemed Seydo (60), Cinet Mistefa (50), Fatima Mamo (50), Fehîma hevsera Mehmûd Ehmed Hebeş (45).
Piştî 3 rojan malbatên jinan 400 lîreyê Tirkiyê dan û jin hatin berdan, lê li dijî hin pîrejinên din jî hikum birîn û malbatên wan neçar kirin ku 200 lîreyên Tirkiyê bidin.





