Şêniyên Qamişlo ji bo malbatên her du şehîdên bi navê Hozan û Şevreş yên li bajarê Qamişlo sersaxî xwestin. Li aliyekî din jî bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Basim Hisên li Goristana Şehîdan ya Şedadê veşartin.
Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, serdana konê sersaxiyê yê şehîd Şevreş û Hozan ku li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kirin û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.
Konê sersaxiyê yê şervanê (YAT) Elî Elî (Şevreş Qamişlo) û şervanê YPG`ê Omer Dînçer (Hozan
Hevreyên herdu şehîdan, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC), PYD, endamên Kongreya Star û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasima sersaxiyê bûn.
HESEKÊ
Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê jî bi sedan şêniyên navçeyê bi merasimeke girseyî cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Basim Hisên ku 26’ê Hezîranê şehîd bûbû, spartin axê.
Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicom axivî û diyar kir ku şehîd xwediyên keda destpêkê û dawî di pêkanîna azadiya gelan de ne û wê tevayiya xaka Sûriyê ji qirêjiya dewleta Tirk ya dagîrker, DAIŞ û Cebhet El-Nusra bên paqijkirin.
Piştî axaftinan, Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan ya Şedadê Zehra Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestê malbatê kir.
Di dawiya merasimê de, cenazeyê şehîd bi tiliyên dayîkan hat veşartin.





