Wezîrê Karê Hundir yê Lubnanê Mihemed Fehmî eşkere kir ku balafireke taybet ku tê de 4 welatiyên Tirkiye û Sûriyê hebûn bi egera ku şirketên wan yên pevguherîna pereyan li Lubnanê hene derbasî wî welatî bûne û 4 milyon dolar bi wan re hatine girtin.
Fehmî da zanîn ku nizanin ka ew pere ji bo qaçaxiyê yan jî ji bo lîstina bi dolar, yan jî ji bo tevlehevkirina Lubnanê ne. Herwiha berspektîf ji Tirkiyê bi riya whatsappê ji hin aliyên tevgera gel re tên. Lê pirs di vir de ev e: Gelo ev kes ji bo çi bi van pereyan hatine Lubnanê?
Têkildarî tevgera gel ya hundir, gelo wê şeklekî dijwartir bigire? Wezîr Fehmî wiha got: “Dibe ku hin planger li hundir rewşa aborî û jiyanê ya aloz ji bo dijwarî û bihêzkirina tevgera gel bi navê birçîbûnê bi kar bînin, lêbelê hedefên wê yên din hene.”






