Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê şehîdbûna şervanên xwe Elî Elî ( Şevreş) û Ömer Dînçer (Hozan Peyaniş) ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (PYG) bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe yên şehîd Elî Elî ( Şevreş) û Ömer Dînçer (Hozan Peyaniş) eşkere kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Endamê Yekîneyên Antî Teror (YAT) hevriyê me Şevreş Qamişlo, di pêngava li Dêrezorê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de birîndar bûbû û 27ê Hezîranê şehîd bû. Hevriyê me Hozan Peyaniş jî 6’ê Hezîranê bi nexweşiyê li bajarê Hesekê şehîd bû.
Nasnameyên hevriyên me yê şehîd wiha ne;
Nasnav: Şevreş Qamişlo
Nav û Paşnav: Elî Elî
Navê Dayîkê: Şerîn
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayîkbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêrezor 27ê Hezîranê 2020
****
Nasnav: Hozan Peyaniş
Nav û Paşnav: Ömer Dînçer
Navê Dayîkê: Siyaset
Navê Bav: Veysî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Hesekê 6ê Hezîranê 2020





