Bi merasimeke girseyî endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Îbarahîm Mustefa û şervanê QSD’ê Fewaz Kurt li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasimê de şehîd Rabîha û Xelîl hatin bîranîn.
Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Îbrahîm Mustefa û şervanê QSD’ê Fewaz Kurt (Erdal Amed) yên li ser karê xwe şehîd bûyîn li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.
Di merasimê de Rabîha Abdulezîz Xelîl û hemserê wê Mihemed ku ew jî li ser erke xwe yê li dibistaneke bajarê Girê Spî de di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibûn, hatin bîranîn.
Di merasime de piştî rêzgirtinê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got, “Van şehîdan ji bo parastina mirovayiyê, azadiya gelan û nirxên exlaqî canê xwe feda kirine.”
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundir bi durişim û tilîliyên dayşkan hatin veşartin.






