Li dijî êriş û dagîrkeriya dewleta Tirk ya li Başûr, kampanyaya imzeyan dest pê kir.
Ji aliyê komek mamosteyên zanîngehê, aktîvîstên civaka sîvîl û çavdêrên siyasî yên Hewlêrê ve ser hefteyekê re ye ‘Kampanya Bergiriya li Xak û Nîştiman’ li dijî êriş û dagîrkeriya dewleta Tirk hatiye destpêkirin.
Kampanya li ser înternetê tê meşandin. Heta niha ser hezar û 200î re imze hatine komkirin.
Yek ji rêveberên kampanyayê Elî Mehmûd têkildarî kampanyayê diyar kir ku armanca wan ew e ku welatî bi riya kampanya imzeyan li dijî êriş û dagîrkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Elî Mehmûd da zanîn ku wê heta çend rojan kampanya dewam bike, pişt re wê imzeyên hatîn komkirin ji Papayê Vatîkan û Neteweyên Yekbûyî re werin şandin.
Elî Mehmûd herî dawî got, Tirkiye dixwaze bi xewn û xeyalên Împaratoriya Osmanî herêmê carek din dagîr bike. Lê ev xeyala wê pêk nayê, lewre serdema xelîfetiyê derbas bûye. Li gorî min êrişên Tirkiyê ti peywendiya wan bi PKK’ê re nîne. Ma PKK li Libya û Lubnanê jî heye? Tirkiye niha hewl dide wan welatan jî dagîr bike.”






