Çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk ya dagîrker her ku diçe pirtir dibin. Di çalakiyên li Heftenîn, Xakûrkê û Şemzîna de bi qasî hatî zelalkirin 22 leşkerên Tirk yên dagîrker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku çalakiyên hêzên wan yên li dijî artêşa Tirk ya dagîrker ya li herêma Heftenînê dewam dikin. Herwiha hat diyarkirin ku di çalakiyên ji 26, heta 29ê Hezîranê de 22 leşkerên Tirk hatine kuştin û gerîlayekî wan jî şehîd bûye.






