Hat ragihandin ku li bakurê paytexa Îranê Tehranê teqîneke mezin çêbû.
Ajansa Nûçeyan ya “ISNA” ya Îranê ragihand ku teqîna ku sedema wê nehat zanîn li herêma Tecrîşê çêbûye.
Malperên Îranê diyar kirin ku li navenda tenduristiyê ya “Sîna Ether” ya li kolana Şerîetê ya nêzî herêma Tecrîşê ya bakurê Tehranê rêze teqîn çêbûn.
Hat ragihandin ku ji ber teqînan beşek ji avayiyên derdorê hilweşiyan.






