Endamekî Hêzên Asayişa Kobanê di çemê Firatê de xeniqî.
Endamê Hêzên Asayişa Kobanê Îbrahîm Mihyedîn Mustefa ku li bajarê Reqayê betlaneya xwe derbas kir, di çemê Firatê de xeniqî.
Hêzên Asayişa navçeya Çelebiyê cenaze ji çem derxistin.
Endamê Hêzên Asayişê Îbrahîm Mihyedîn sala 1999’an li gundê Qizelî yê kantona Girê Spî ji dayik bûye.





