Du akademisyenên Kurd yên ji Başûrê Kurdistanê pirtûkên bi zimanê kurdî, erebî û ingilizî diyarî Zanîngeha Rojava kirin.
Akademîsyenên Kurd Nebiz Semed û Xwînda Mustefa serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kirin.
Akademîsyen ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser Silava Silêman, Fethullah Huseynî û Cemîl Rehmano ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û xetera dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Hat gotin divê li dijî êrîşên li ser Kurdistanê xebata siyasî û doplomasî werin xurtkirin.
Herwiha rewşa perwerdeyê li zanîngeh û peymangehên Rojava û girîngiya sûdgirtina ji sîstema perwerdeyê ya li Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin. Her du akademisyenan diyar kir ku amade ne perwerdeya bi rêbazê “Online” li Rojava bidin.
Pişt re hin pirtûkên zanistî yên bi zimanê kurdî, erebî û ingilizî diyarî nûnertiyê kirin da bigihînin Zanîngeha Rojava.






