Gerîlayan li Heftenîn, Şemzîna û Cûdî derbên giran li leşkerên Tirk ên da gîrker dan. Bi qasî hatî dîtin 31 dagîrker hatin kuştin û gelek wesait jî hatin tinekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de gerîlayan li dijî artêşa Tirk hin rêzeçalakî li dar xistine.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku ji 15ê Hezîranê ve di çalakiyan de 31 leşkerên artê Tirk hatine kuştin û gelek wesait jî hatine tinekirin.
Herwisa hat diyarkirin ku 15’ê Hezîranê li devera Tendûrek ya girêdayî navçeya Elbaka Wanê di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de şer qewimî. Di şer de gelek leşkerên Tirk hatin cezakirin û birîndarkirin, 3 gerîla jî bi lehengî li dijî dagîrkeran şer kirin û şehîd bûn.





