Partiya Paşrojê ya Sûriyê, Ciwanên Şoreşger yên Helebê û Kongreya Star bi daxuyaniyên cuda bang li civaka navneteweyî û NY kirin ku sûcên Tirkiyê rawestînin.
Nerazîbûnên li hemberî êrîşa Tirkiyê ya roja Sêşemê ya ser gundê Helincê yê Kobanê zêde dibin. Roja Sêşemê dewleta Tirk a dagîrker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Helincê kiribû. Di encamê de sê jin şehîd bibûn û hin welatî jî birîndar bûbûn. Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel jî di êrişê de şehîd bibû.
REQA
Endamên Partiya Paşrojê ya Sûriyê li avayiya partiyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de partiyê komkujiya dewleta Tirk a ser gundê Helincê şermezar kir.
Partiyê diyar kir ku Tirkiye sûc û siyaseta kuştin, revandin, koçberkirin, guhertina demografîk û mudexeleya karûbarên welatên Rojhilata Navî ji Iraqê û Sûriyê heta Libya, didiomîne.
HELEB
Li Helebê jinên ciwan ên saziyên sivîl û partiyên siyasî li taxa Şêxmeqsûd daxuyanî dan. Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Ebdo daxuyanî xwend.
Yekîtiyê di daxuyaniyê got, “Dewleta Tirk di salvegera komkujiya Kobanê de komkujiyeke nû kir. Ku di encamê de sê jinên ji bo birêxistinkirina jinan dixebitîn şehîd bûn.”
Yekîtiyê êrîşa dewleta Tirk a dagîrker şermezar kir û soz da ku bi xurtkirina têkoşînê û xwebirêxistinê tolê hilînin..
TIL KOÇER
Li navçeya Til Koçerê jî endamên rêveber ên Kongreya Star li ber navenda xwe ya li navçeyê daxuyaniyek dan raya gitşî. Endama rêveber a Kongreya Star Mune El-Mizel daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
`Em êrîşa ser Kongreya Star a herêma Firatê û bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên Tirkiyê şermezar dikin. Em baş dizanin ku êrîşên artêşa Tirk a dagîrker yên ser jinê ji destpêka şoreşê ve ranewestiyane.”
ÇIL AXA
Kongreya Star a navçeya Çilaxayê jî bi daxuyaniyekî êrişa dewleta Tirk a li dijî jinan şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama kongreyê Fatme Elî ve hate xwendin. Kongreya Star diyar kir ku civaka navneteweyî, NATO û Konseya Ewleyiyê berpirsên sûcên Tirkiyê ne.





