Li derdora Minbicê teqîneke din çêbû, di encamê de birîndarên sîvîl hene.
Navenda Çapemeniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku li Minbicê teqîneke din çêbûye, di encamê de 2 sivîl bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Li aliyekî din jî ev teqîn piştî çend kêliyan ji teqîna yekê ya li nêzî Çerxeriya Şehîdan li derdora bajêr li aliyê başûr çêbû, lê di teqîna pêşî de ti ziyan çênebû.
Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîr xist ku teqîn bi destê îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) çêbûne, ew jî bi rasthatina bombebarana artêşa Tirk ya li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê çêbûn.





