Roja Pêncşemê êvarê balafirên artêşa Tirk ya dagîrker seyrangeha Kunemasî ya li herêma Şarbejêr bombe kiriin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 kes şehîd bûne û 8 kes jî birîndar bûne.
Êvara roja Pêncşemê balafirên artêşa Tirk ya dagîrker seyrangeha Kunemasî ya li herêma Şarbejêr ya 20 kîlometre dûrî Silêmaniyê bombebaran kirin.
Têkildarî êrîşê qaymeqamê navçeya Mawet ya Silêmaniyê Kameran Hesen, ji Rojnews re axivî û got, “Balafirên Tirkiyê saet li derdora 15.00’an ser Şarbajêr geriyane. Pişt re saet 17:00’an Seyrangeha Kunemasî ku cihê seyranê ye bombebaran kirine.






