Wezareta Karên Derve ya Emerîka bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a ser gundê Helincê yê Kobanê şermezar kir û banga çareserkirina siyasî kir.
Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em xemgîniya xwe ya kûr bi malbatên ewladên wan jiyana xwe ji dest dayîn û birîndarên sivîl ên li Sûriyê ku ji ber êrîşa terorîst li Til Helef û bombebarana li Kobanê, diyar dikin.”
Wezaretê bang li tevayiya aliyan kir ku lihevkirineke siyasî li Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewleyiyê ya NY ya 2254’ana pêk bînin.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Dijwariya heyî hêviya çareseriyê asteng dike. Em destekdayîna xwe ji bangên sekretêrê giştî yê NY Antonio Guterres û nûnerê tayet Geir Pedersen re ji bo agirbesta niştîmanî didomînin. Herwiha em destekê didin xebata nûnerê taybet Geir Pedersen ji bo hêsankirina çareseriya siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254.”






